Pelosî: Divê Rûsya di lîsteya dewletên terorê de cî bigire
PeyamaKurd – Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî, ragihand ku pêwîste Rûsya bikeve nav lîsteya wan dewletên piştevaniya terorê dikin.
Nancy Pelosî, serdana xwe ya çend roj berê ya bo Ukraynayê ji telvizyona MSNBC re nirşand û got ku Serokê Ukrayna Volodimîr Zelenskiy wekî lehengekî cîhanê gelekî bandor li ser wê kiriye û ji ber alîkariyên Amerîkayê spasiya gelê Amerîkî kiriye.
Pelosî behsa kiryarên, destwerdana cinsî û binpêkirinên mafên mirovan ên leşkerên rûsî li Ukraynayê kir û got ku Rûsya yek ji sponsora terorê ye û wiha axivî:
"Pûtîn tirsonek e. Şerê zarok û sivîlan dike. Ji ber vê jî bi baweriya min divê Rûsya di nav lîsteya dewletên piştevaniya terorê dikin de cî bigire.”
Nancy Pelosî herwiha anî ziman ku wê alîkariya Amerîka ya leşkerî, mirovî û aborî bo Ukraynayê bê zêdekirin.
Pelosî got ku hefteya bê jî ew hêvî dikin projeyasaya şandina alîkariyên leşkerî, mirovî û aborî di kongresê de derbas bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin