Rûsya, Talîbanê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ derdixe

18 December 2024 12:30 0 dîtin
Rûsya, Talîbanê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ derdixe

PeyamaKurd – Dumaya ku baskê jêrîn ê parlamentoya Rûsyayê ye, ew pêşnûma qebûl kir ku dê pê Talîban ji lîsteya rêxistinên terorê derkeve.

Rûsyayê piştî ku di sala 2021an de li Efxanistanê desthilatdarî bi dest xist, ji bo derxistina Talîbanê ya ji lîsteya rêxistinên terorê dest bi hewldanan kir. Dumaya ku baskê jêrîn ê parlamentoya Rûsyayê ye, ew pêşnûma qebûl kir ku dê pê Talîban ji lîsteya rêxistinên terorê derkeve.

Li gorî pêşnûmeya qanûnê ya ku hatiye qebûlkirin, qedexeya li ser xebatên rêxistinên ku di lîsteya rêxistinên terorê de cih digirin ji aliyê dadgehên Rûsyayê ve dikare bê rakirin. Li gorî biryara dadgehên Rûsyayê, di navbera Talîban û hikûmeta Rûsyayê de peywendiyên fermî dikarin bên danîn û welatiyên Rûsyayê jî dikarin bi Talîbanê re kar bikin.

Rûsya ku di sala 2003yan de Talîban xistibû lîsteya rêxistinên terorê, ji tebaxa 2021an ve ku DYA ji Efxanistanê vekişiya, gav bi gav têkiliyên xwe yên bi rêxistinê re baş dike.

Digel ku heya niha tu dewletekê nasnameya dîplomatîk nedaye Talîbanê jî, Çîn û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî yekem welatê in ku bi fermî nas dikin balyozên ku ji aliyê rejîma Talîbanê ve hatine destnîşankirin.