Pûtîn: Em ê navê Talîbanê ji nav lîsteya terorê derxin
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, ew ji bo navê Tevgera Talîbanê ji lîsteya terorê dirxin dixebite.
Vladimir Putin li korbenda Valaday li ser rewşa Afganistanê axivî û got, “Ji bo pêşvebirina rewşa navxwe ya Afganistanê, Moskow ligel hikûmeta Talîbanê wê hemahengiyê bike.”
Putin destnîşan kir ku ew li bendê ye, Talîban rewşa welatê xwe ber bi qonaxa pêşketinê biguherîne, wê demê bi biryara komî ew ê navê Talîbanê ji lîsteya terorê derxin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rûsyayê ji sala 2003an ve navê Talîbanê xistiye nav lîsteya terorê, lê belê heta niha gelek caran bi nûnerên wan re jî hevdîtin pêk anîne.
Herwiha li Bruksela paytexta Belçîkayê ji doh 21ê Cotmehê ve civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê dest pê kiriye û mijara sereke rewşa Afganistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin