Welatek ji lîsteya res a fînansmana terorê hat derxistin
PeyamaKurd – Saziya navdewletî ya dijî fînansekirina terorîzmê û spîkirina diravan FATF, welatê Pakistanê ji nav lîsteya navdewletî ya welatên terorîzmê fînanse dike derxist.
Pakistan, bi sedema ku piştevanî û fînansmana terorîzmê dike û rê li ber spîkirina pereyan nagire, Hezîrana 2018an ji aliyê saziya FATF ve ketibû nav lîsteya piştevanên terorê.
Serokê FATFê T Raja Kumar, piştî civîna du rojî ya li peytexta Fransa Parîsê ragihand, dorpêçên ku ji ber piştevaniya terorê li ser Pakistanê hatine sepandin hatine rakirin û Pakistan ji lîsteya welatê terorê fînanse dike hatiye derxistin.
Hêjayî gotinê ye, welatên dikevin nav lîsteya fînansmana terorê nikarin krediyên navdewletî bistînin û ji aliyê aborî ve jî dorpêçên giran li ser wan têne ferzkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin