Îsraîlê daxwaz ji Biden kir ku Supaya Pasdarên Îranê ji lîsteya terorê neyê derxistin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid, ji Serokê Amerîkayê Joe Biden daxwaz kirin ku divê navê Sipaha Pasdaran ji lîsteya terorê neyê derxistin.
Bennett û Lapid diyar kirine ku Îran li beramber sozên çewt ên wekî negihandina xisarê bi Amerîkayê dixwaze Supaya Pasdaran ji lîsteya têrorê bê derxistin.
Berpirsên Îsraîlî Supaya Pasdaran wekî kirdarê hemû êrîşên li ser hêzên leşkerî û xelkên sivîlên ên Amerîkayê li seranserê Rojhilata Navîn dane zanîn û gotin, Supaya Pasdaran, Hizbullaha li Lubnanê, Cehada Îslamî li Xezê, Hûsî li Yemenê û komên çekdar li Îraqê yek in.
Hêjayî gotinê ye, rêveberên Îsraîlê piştî belavbûna nûçeyeke medya Amerîkî ev daxuyanî dane ku hatiye gotin, rêveberiya Joe Biden ji bo derxistina ji lîsteya terorê ya Supaya Pasdaran fermana lêkolînekê daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin