Sûdan bi fermî ji nav lîsteya terorê hat derxistin
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya li welatê Sûdanê ragihand ku biryara derxistina ji lîsteya piştevanên terorê ya Sûdanê hatiye îmzekirin û bi fermî ji lîsteya terorê hatiye derxistin.
Di balyozxaneyê de hatiye gotin: “Agahdariya kongresê ya 45 rojan bi dawî bû. Wezîrê Derve agahdariya derxistina Sûdanê ji lîsteya dewletên sponserên terorê, ku ji 14ê Kanûnê ve destpê dike îmze kir.”
Hêjayî gotinê ye, beriya niha Rêveberiya Donald Trump a Amerîkayê, ji bo rakirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên sponserên terorê ji kongresa Amerîkayê re daxwaznameyek şandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin