Amerîkayê Tevgera Hûsîyan bi fermî xist nav lîsteya terorê û mercek danî ber wan!

18 January 2024 11:48 0 dîtin
Amerîkayê Tevgera Hûsîyan bi fermî xist nav lîsteya terorê û mercek danî ber wan!

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, Koma Ensarullah ango Hûsiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike, ji nû ve weke rêxistineke terorîst pênase kir, Amerîkayê bi fermî Hûsî xistin nav lîsteya terorê.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Koşka Spî Jake Sullivan, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Hûsî ji nû ve li lîsteya rêxistinên terorê yên Amerîka hatiye zêdekirin.

Hate ragihandin, “Amerîkayê li hember êrîşên ser keştiyan ên Deryaya Sor, koma Ensarullah ango Husî li lîsteya terorê ya gerdunî zêde kir.”

Herwiha Sullivan diyar kiriye, heger Hûsî êrîşên li Deryaya Sor bidawî bînin, dibe ku bilez ji nav vê lîsteyê were derxistin.