Amerîkayê milîsên bi ser Îranê ve bi fermî xist nav lîsteya terorê

20 January 2021 18:32 0 dîtin
Amerîkayê milîsên bi ser Îranê ve bi fermî xist nav lîsteya terorê

PeyamaKurd – Wezareta Gencîneya Amerîkayê ragihand ku koma Ensarullah a Yemenê ku hêza çekdar a Hûsiyên bi ser Îranê ve, bi fermî li nav lîsteya terorê hatiye zêdekirin.

Li gorî daxuyaniya wezareta amerîkî hatiye gotin, ‘19ê Çileyê Wezareta Derve ya Amerîka Ensarullah wekî rêxistina terorê ya biyanî ragihand.’

Herwiha hatiye diyarkirin ku Amerîkayê serokên Hûsiyan Abdul Malik el-Hûsî, Abdul Halik el-Hûsî û Abdul Yahya el-Hakim jî xistine nav lîsteya terorîstên cîhanî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hûsiyên nêzîkî Îranê ji sala 2014an ve li Yemenê paytexta Yemenê Sana jî di nav çend bajaran kontrol dikin û ji 2015an jî hevpeymaniya bi pêşengiya Erebistana Siûdî şerê wan li kêleka hikûmeta Yemenê dike.