Li gor encamên nefermî Tevgera Sedir 80 kursî bi dest xist
PeyamaKurd – Li gor encamên destpêkê yên nefermî, Tevgera Sedir di hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de, 80 kursî bi dest xistiye û egera zêdebûna hejmara kursiyên wan jî heye.
Berpirsê Ofîsa Tevgera Sedir a li navçeya Sedir a Bexdayê Îbrahîm Cabirî şeva borî daye zanîn, li gor encamên destpêkê lîsteya wan 80 kursiyên Parlamentoyê misoger kirine.
Cabirî eşkere kir: “Li gor daneyên ku taybet bi encamên hilbijartina 10ê Cotmehê gihîştine ber destê me, tevgera me 80 kursî bi dest xistine û eger heye ku hejmara kursiyên me zêdetir bibe.”
Îbrahîm Cabirî destnîşan kir: “Ji niha ve me garantî kiriye ku wê Fraksyona Sedir, mezintirîn fraksyona nav Parlamentoya Iraqê be.”
Bi gotina wî rayedarê Tevgera Sedir, lîsteya wan tenê li parêzgeha Bexdayê 28 kursî bi dest xistiye.
Di hilbijartina sala 2018an de, lîsteya Hevpeymaniya Saîrûn ku Tevgera Sedir a bi rêbertiya Muqteda Sedir pêşengiya wê dikir, 54 kursiyên Parlamentoyê bi dest xistibû.
Tevgera Sedir, di hilbijartinên 10 Cotmeha 2021an de bi 84 namzedan li ser asta seranserê Iraqê tevlî hilbijartinê bibû.
Ev encamên tên ragihandin, encamên destpêkê û nefermî ne û dibe guhertin di encaman de çê bibin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, do êvara Yekşemê 10ê Cotmeha 2021an diyar kir, di 24 saetên bê de, wê encamên destpêkê yên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin