Encamên nefermî: Putin dîsa bû serokdewletê Rûsyayê
PeyamaKurd - Vladîmîr Pûtîn ku 25 sal in li ser kursiyê seroktiyê ye, di hilbijartina Seroktiya Rûsyayê de li gorî encamên anketan ji sedî 87,8 ê dengan bi dest xist.
Hilbijartinên serokdewletiyê yên Rûsyayê hem li ser sindoqan hem jî bi ser înternetê bi elektronîkî hatin kirin. Dengdana ji dûr ve li Moskova jî di nav de li 29 herêman bi giştî hat kirin.
Ji bilî Kirima ku Rûsyayê di 2014an de bi awayekî yekalî ji ûkraynayê standibû, ji bo hilbijartinên serokdewletiyê li herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhia ku di 2022an de di dema şer de bi dest xistibûn, sindoq hatin danîn. Ji bo hilbijartinên Rûsyayê yekem car li van herêman sindoq hatin danîn.
Di hilbijartinê de 4 namzed ketin hevrikiyê. Ji bilî Serokdewlet Vladimir Putin, Serokê Partiya Lîberal Demokrat Leonid Slutskiy wek berendamê partiya xwe, Nikolay Xaritonov wek namzedê Partiya Komunîst û Vladislav Davankov jî wek berbijêrê Partiya Gel a Nû cihê xwe di dengdanê de girt.
Serokê nû hilbijartî wê şeş salan li ser kar bimîne. Ger serkeftina Putin wek fermî bê pesendkirin, ew ê cara pêncemîn bibe Serokê Rûsyayê. Pûtîn ku di navbera salên 2000 û 2008an de 2 serdemên 4 salan serokdewletî kiribû, ji ber ku li gorî yasayê nekaribû cara sêyemîn bibe namzet, beşdarî hilbijartinên 2008an nebûbû.
Pûtîn ku di 2012an de piştî navbereke demkî careke din bû namzet, bi guhertina yasayî, ji bo 6 salan vegeriya Kremlînê. Serokê Rûsyayê bi temambûna maweya serokdewletiyê ya 6 salan, li gor encamên nefermî, careke din bû serokdewletê Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin