Encamên nefermî yên hilbijartinê eskere bûn: PDK partiya yekemîn e
PeyamaKurd – Li gorî amarên ne fermî yên hilbijartina pêşwext a parlamena Iraqê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Herêma Kurdistanê û deverên derveyî Herêma Kurdistanê, serkeftineke berçav bi dest xistiye û li gorî encamên ne fermî yekemîn e.
Li gor zanyariyên ne fermî yên hilbijartinan heta niha PDKê nêzîkî 28 kursî misoger kirine. Herwiha PDKê li Kerkûkê 2 kursî, li Silêmaniyê 3 kursî, li Neynewa 7 kursî misoger kirine.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bendê ye ku ji bilî kursiyên Hewlêr û Duhokê, li parêzgehên din ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kursiyan bi dest bixe.
Hilbijartina giştî ya parlamentoya Iraqê 10ê Cotmehê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê birêve çû ku tê çaverêkirin di nav 24 saetan de Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên fermî ragihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin