Hêzên Çekdar ên Soresger ên Kolombiyayê FARC ji lîsteya ‘rêxistinên terorê” hat derxistin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken bi daxuyaniyekê diyar kir, Amerîkayê Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê-FARC’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê” derxist.
Antony Blînken bi daxuyaniyeke niviskî eşkere kir: “Piştî peymana aştiyê ya sala 2016an a bi Hikûmeta Kolombiyayê re, Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê FARC, bi rengekî fermî hat bêçekkirin.”
Blinken destnîşan kir: “Êdî ev hêz bi rengê rêxistineke terorê nîne û nema bi karê terorê re mijûl dibe.”
Herwiha da zanîn, derxistina vê hêzê ji lîsteya terorê wê bandorê li ser lêpirsînên ku derheqê berpirsên berê yên vê hêzê de vebûbûn neke.
Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê rêxistineke sosyalîst e, piştî şerê 52 salan bi Hikûmeta Kolombîyayê re, bi navbeynkariya Kuba, li hev kirin û sala 2016an çek danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin