Amerîkayê helwesta Rûsya sermezar kir: Divê demildest bên berdan

24 January 2021 20:08 0 dîtin
Amerîkayê helwesta Rûsya sermezar kir: Divê demildest bên berdan

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê xwepêşandanên Rûsyayê yên alîgirên serokê opozîsyonê Aleksey Navalny daxuyanî da û girtina Navalny û xwepêşanderan şermezar kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke nivîskî de banga demildest azadkirina Navalny û bi hezaran xwepêşanderên hatine binçav kir û got, “Amerîka, helwesta Rûsyayê ya li her derê welat li dijî xwepêşanderan şermezar dike.”

Xwepêşandanên piştevaniya Navalnyê ku piştî hatibû jehrîkirin vegeriyabû Moskowê û hatibû girtin, li zêdetirî 60 bajarê Rûsyayê berdewam dike. Di nav bi hezaran xwepêşanderên hatine binçavkirin de jina Navalny Yuliya Navalnıy jî heye.