Rûsya: Divê kestiyên ser yên Amerîkayê li pey Montroyê herin

10 April 2021 01:50 0 dîtin
Rûsya: Divê kestiyên ser yên Amerîkayê li pey Montroyê herin

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Aleksandr Gruşko ragihand ku divê ew keştiyên Amerîkayê yên ku herin Derya Reş, wexteka wan heye ku li wê derê bimînin û ew wext di Peyamana Montroyê de heye û divê li pey peyamana Montroyê herin.

Gruşko, bo ajansa Rûsya ya Interfaksê babetê şirove kir û got eger 2 keştiyên Amerîkayê ji buhirên Tirkiyê derbas bibin, divê agahiya dîplomatîk bidin Tirkiyê. Gruşko got ku welatên NATO yê di demên dawiyê de li Derya Reş tevgerên xwe zêde kirine û weha dewam kir:

“Zahf girînge ku dewletên sînorên wan bi Derya Reş re tinene, wexta ku di peymana Montroyê de hatiye diyarkirin bicîh bînin. Ew welatên cîranên Derya Reş divê ewlehiya deryayê ji aliyê wan welatan de bê temînkirin. Em qebûl dikin ku ew wezîfe ya dewletên li dora deryayê ne.

Li gor Peymana Montroyê ya sala 1936 an; Amerîka berya keştiyên şer bişîne Derya Reş, divê 15 roj berya wê agahiya dîplomatîk bide Tirkiyê.”