Rûsya: Divê vekisîna Amerîkayê di bin banê NYyê de be

16 January 2019 18:10 0 dîtin
Rûsya: Divê vekisîna Amerîkayê di bin banê NYyê de be

PeyamaKurd - Sekreterê Ewlehiya Netewî yê Rûsyayê Nikolai Patrushev got, divê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de û qonax bi qonax be.

Sekreterê Ewlehiya Netewî yê Rûsyayê Nikolai Patrushev ji rojnameya Rossiyskaya Gazeta ya Rûsî re diyar kir, ji biryara Amerîka ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê girîgtir, ew e ku Amerîka plan û nexşerêyeke vekişînê deyne.

Patrushev got, hêzên Amerîkayê berevajî hebûna Rûsyayê ya li Sûriyê ne rewa ye û bê rizemendiya hikûmeta Sûriyê yan jî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li wir e.

Rayedarê Rûsî got, Amerîka bi hebûna xwe ya li Sûriyê proseya alîkariyên mirovî û vegera jiyana asayî li welatî asteng dike û xwest ku plana vekişînê di bin banê NYyê de qonax bi qonax bê pêkanîn.