Rûsya | Biryara Amerîkayê ya vekisîna ji Sûriyê çareseriya siyasî nêzîk kir

20 December 2018 16:06 0 dîtin
Rûsya | Biryara Amerîkayê ya vekisîna ji Sûriyê çareseriya siyasî nêzîk kir

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê şîrove kir û got, vekişandina hêzên Amerîkî çareseriya siyasî li Sûriyê, gaveke din nêzîk kir.

Zaxarovayê ji medya Rûsî re ragihand ku ew biryara Amerîkayê bi erênê pêşwazî dikin û diyar kir, “Êdî ji bo arambûna rewşa herêma kampa Rukban a nêzîkî  baregeha El Tanf a Amerîkayê wekî herêmên Heleb û bajarên din ên Sûriyê hêviyek heye, lewra heta hêzên Amerîkî li wir bûn hêvî tunebû.”

Heriwiha li aliyê din Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî gumanên xwe yên li ser biryara vekişîna ji Sûriyê anî ziman û got, heta niha ti nîşaneyeke vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê nîne û mîna Afganistanê da ku 15 salên venekişiyane.