El Wetan: Wê Rûsya bernameyeke zelal a vekisîna ji Sûriyê bide ber Tirkiyê

20 June 2023 21:05 0 dîtin
El Wetan: Wê Rûsya bernameyeke zelal a vekisîna ji Sûriyê bide ber Tirkiyê

PeyamaKurd – Rojnameya El Wetan a Sûriyê, îdia kir ku dê Moskowê di civîna çaralî ya Astana de ku dewam dike, bernameyeke zelal a vekişîna Tirkiyê ya ji Sûriyê pêşkeş bike.

Çavkaniyên hikûmeta Şamê ji El Wetan re ragihandine ku dê Rûsya di hevdîtinên Astana yên îro dest pê kirine û sibe 21ê Hezîranê jî dewam dikin de, bernameya vekişîna ji Sûriyê pêşkeşî Tirkiyeyê bike.

Heman çavkaniyan diyar kiriye, Moskow dixwaze pêwendiyên Şam-Enqerê asayî bibin û ji ber vê dê bernameyeke zelal a vekişîna ji Sûriyê bide ber Tirkiyeyê.

Hêjayî gotinê ye, li aliyekî Sûriye ji bo asayîbûnê mercên vekişîna hêzên Tirkiyeyê û paqijkirina komên çekdar ên li herêma Idlibê dide ber Tirkiyeyê û Tirkiye jî armancên xwe yên dûrxistina HSD/YPGê û ewlehiya sînoran derdixe pêş

Heta niha herdu aliyan li ser mercan li hev nekirine.