Ji Rojava bo Rûsyayê: Helwesta me sabît e û bi vegera Amerîka neguherî ye

15 November 2019 17:17 0 dîtin
Ji Rojava bo Rûsyayê: Helwesta me sabît e û bi vegera Amerîka neguherî ye

PeyamaKurd - Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bersiv da daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê ku gotibû, piştî Amerîkayê ji bo parastina petrolê biryara hiştina hêzên xwe daye, ji hewlên bo danûstandina ligel rejîma Sûriyê dûr ketine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bersiva Rûsyayê da û got ku Rêveberiya Xweser hîna diyalogê esas digire.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov 12ê Mijdarê di panela Aştiyê ya li Parîsê de, gotibû Amerîka dixwaze dewleteke piçûk li Rojhilatê Firatê ava bike û li ser biryara mayîna hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê jî diyar kiribû ku diyaloga bi rejîma Sûriyê re paşde ketiye.

‘Hebûna Amerîka û vegera wê girêdayî hesabên navdewletî ye’

Rêveberiya Rojava bersiva daxuyaniyên Rûsyayê da û got, “Em careke din diyar dikin ku helwesta me sabît e û bi helwest û pêşketinên li ser erdê rû didin nayê guhertin. Hebûna Amerîka û vegera wê girêdayî gelek aktoran û hesabên navdewletî ye û ti carî nabe asteng ji çarçoveya xebata me ya ber bi diyalogan ve. Helwesta me ji berpirsyariya me ya niştimanî û biryara gelê me tê.”

‘Me salek berê nexşeya çareseriyê pêşkeşî Rûsyayê kiriye’

Rêveberiya Rojava di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku helwesta wan diyar û zelal e û wiha got:

“Rêveberiya Xweser ji berê ve û heta niha diyalogan esas digire, ev helwest di her qadan de xist pratîkê û pêk anî. Dewleta Rûsyaya Federal ji detayên vê yekê agahdar e. Rêveberiya Xweser ji beriya salekê ve nexşeya çareseriyê ya ku amade kiribû û îsrara xwe ya girîngiya çareserî û diyalogan diyar kiribû, pêşkêşî aliyê Rûsî kir.”

Di berdewamê de jî hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dike ku xebatên ji bo çareseriya siyasî hene, lê heta di aliyê pratîkî de tiştek pêk nehatiye û astengiyên li pêşiya wê derdikevin nehatine nîqaşkirin.

‘Rêveberiya Xweser ji bo dîyaloga Şamê amade ye’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tişta hêyî di aliyê pratîkî de mijara leşkerî ye. Serkeftina her prosesekê girêdayî du aliyên sereke, yek cidiyeta helwestê ye, di vî aliyê de Rêveberiya Xweser helwesta xwe diyar kiriye ku amade ye bi Şamê re diyalogan bike. Duyemîn jî rol û xebata hêzên aktîv û girîng di Sûriyê de ser serî de rola Rûsya. Em hîna bi diyalogan bawer in û ji her xebatekê ku xizmetê gelê Sûriyê bike û pêşerojeke demokratîk misoger bike, amade ne diyalogan bikin, em li benda gavên pratîkî yên aliyên din in.”

‘Hewcedariya me bi diyalog û lihevkirineke Sûrî heye’

Rêveberiya Rojava wiha dawiyê li daxuyaniya xwe tîne: “Divê dewletên aktîv ên bi diyalogên derbarê rewşa Sûriyê de bawer in destekê bibin vê helwestê û pêş bixin. Di vê pêvajoyê de hewcedariya me bi desteka diyalogan û lihevkirineke Sûrî heye da ku Sûriyê ber bi şer û fitenyên navxweyî û projeyên parçebûnê ve neçe û rêxistinên terorîst ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê vengerin, ku rojane xwîna sûriyan dirijînin û gund û milkan wêran dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin."