DYA berovajiyê Iraqê difikire: Gefa DAISê didome
PeyamaKurd - Cîgira Berdevkê Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sabrina Singh destnîşan kir ku hîn jî metrisiya DAIŞê didome û got: "Ji ber wê yekê em, ji bo çavdêrî û kontrolkirina DAIŞê, bi hevpeymanên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê re hevkariya xwe didomînin."
Sabrina Singh di daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn de, li ser pirsa peyamnêrê K24ê ya di derbarê domîna metirsiya DAIŞê de û got: “Hîna jî metrisiya DAIŞê ya li ser Iraq û Sûriyeyê didome û ev metirsî ji metirsiya 2014an cudatir e.”
Cîgira Berdevkê PENTAGONê diyar kir ku li gel hevpeymanan tekoşîna li dijî DAIŞê didome û got: “Em bi domdarî çavdêriya rewşê dikin. Loma jî em bi hevparî bi hêzên ewlehiyê yên Iraq û hêzên hevpeymanên me yên li Sûriyeyê re, li dijî şaneyên DAIŞê û serkirdeyên wê çalakiyan dikin.”
DYA berovajiyê Iraqê difikire
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, di daxuyaniyeke xwe ya hefteya çûyî de angaştibû ku li Iraqê metirsiya DAIŞê nemaye û ew dixwazin hêzên DYA û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ji Iraqê vekişin.
Berdevkê PENTAGONê Pat Ryder jî roja Sêşemê di derbarê mijarê de wek bersiv bide Sûdanî gotibû: “Li Iraq û Sûriyeyê gefa DAIŞê didome. Ji ber wê yekê bala me li ser pêwendiyên me yên bi Iraqê û ji holê rakirina DAIŞê ye. Jixwe hêzên me, ji bo têkbirina vê rêxistinê li Iraq û Sûriyeyê ne.”
Pat Ryder di derbarê pêwendiyên wan ên bi Iraqê re yên di derbarê vê mijarê de jî got: “Bi liberçavgirtina hebûna gefa DAIŞê û xasma jî li Sûriyeyê, niha jî danûstandinên me li ser guhertina erkan didomin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin