Berdevkê DAISê gefa revandina girtiyên li Rojava û êrîsan li Cîhanê xwar

19 October 2020 17:42 0 dîtin
Berdevkê DAISê gefa revandina girtiyên li Rojava û êrîsan li Cîhanê xwar

PeyamaKurd – Berdevkê rêxistina terorîst DAIŞê yê bi navê Ebû Hemze El-Mihacir gefa êrîşan û revandina çekdarên DAIŞê yên girtî li Rojavayê Kurdistanê xwar.

Berdevkê DAIŞê Ebû Hemza El-Mihacir bi tomareke dengî li ser medyaya xwe, gefa êrîşên nû da çekdarên girêdayî xwe û gefa revandina çekdarên xwe yên girtî li tevahî cîhanê xwar û bi taybet yên di girtîgehên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û Kampa Holê de ne.

Berdevkê DAIŞê gotiye: “Di demeke nêz de, hûn ê dengê “Ellahûekber” li ber girtîgehan bibihîzin, wê demê hûn ê hemû rizgar bibin.”

Herwiha berdevkê DAIŞê behsa kuştina serokeşîrên herêmê kir û kuştina wan ji aliyê çekdarên xwe ve pîroz kir.

Berdevkê DAIŞê ji şaneyên xwe yên veşartî xwestiye ku êrîşên terorîstî yên giran bikin û êrîşên xwe pêk bînin.

El-Muhacir bang li çekdarên xwe yên li Rojavayê Afrîkayê jî kiriye ku asta êrîşên xwe li van herêman bi taybet zêdetir bikin û Fransayê bikin hedef.