Berdevkê DAISê peyamek deng belav kir û gefa zêdekirina êrîsan xwar…

29 May 2020 17:17 0 dîtin
Berdevkê DAISê peyamek deng belav kir û gefa zêdekirina êrîsan xwar…

PeyamaKurd - Berdevkê Rêxistina terorîst DAIŞê Ebû Hemze Qureyşî, di peyameke bi deng a li ser torên DAIŞê hatiye belavkirin de, behsa belavbûna koronayê dike û gefa zêdekirina êrîşan dixwe. Berdevkê DAIŞê herwiha hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî wekî hikûmeteke Amerîkî pênase dike.

Berdevkê DAIŞê gotiye: “Çawa ku welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya bûne yek û rêxistin (DAIŞ) li Mûsilê û Baxozê dorpêç kirin, niha korona ew li welatên wan bi xwe dorpêç kiriye û wiha li wan kiriye ku xwarin û vexwarina wan nemîne, weke ku li Mûsil û Baxozê xwarin û vexwarin bi me re nemabû.”

Berdevkê DAIŞê Ebû Hemze Qureyşî di peyama xwe de hikûmeta Iraqê ya Serokwezîr Mistefa Kazimî, weke hikûmeteke Amerîkî bi nav dike û gefa zêdekirina êrîşên ser hêzên iraqê dixwe.

Qureşyî herwiha gotiye, ew dê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji binkeyên serbazî yên K1, Geyare û Qaîmê êrîşên xwe li Iraqê zêdetir bikin û soz daye ku ew dê tola çekdar û jin û zarokên xwe hildin û yên girtî jî ji zindadan derxin.