Putin gef xwar: Em ê wan bombeyan bi kar bînin!
PeyamaKurd- Piştî biryara 100 welatan a şandina bombeyên mîsket ji bo Ukraynayê, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi awayekî eşkere gefa êrîşên bi bombeyên bandorkirî xwar.
Li gorî hat ragihandin, Vladimir Putin li ser biryara ji aliyê zêdetirî 100 welatan ve wekî beşek ji pakêta alîkariyên nû yên ewlehiyê, bi awayekî eşkere gef xwar û ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand ku heger pêwîst bike, artêşa Rus dê stokên xwe yên bombeyên bandorkirî bi kar bîne.
Putin da zanîn ku wan heta niha hewcedarî pê nedîtiye ku çeken kujer bi kar bînin û got ku “Di destên hêzên Rus de bi têra xwe stoqên cebilxaneyên bi bandor hene. Berê jî tevî ku me kêmasiya cebilxaneyê kişandibû, hewcedarî bi bikaranîna wan cebilxaneyên bi bandor tunebû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin