Rusyayê, gef xwar: Nebî hûn vê yekê bi kar bînin!

25 June 2023 20:30 0 dîtin
Rusyayê, gef xwar: Nebî hûn vê yekê bi kar bînin!

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Rusyayê, piştî serhildana Prigozhin, bi awayekî sergirtî gef li welatên Ewropayê xwar.

Piştî gengeşî û aloziyên serhildana ku duh ji aliyê Serokê Koma Wagnerê ya paramîlîter Yevgeny Prigozhin ve hatibû destpêkirin, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve daxuyaniyeke hişyariyê hat dayîn.

Di vê daxuyaniyê de gef li welatên Ewropayê hat xwarin ku vê aloziya demkî li dijî wan bi kar neynin û wiha hişyarî hat kirin:

“Em welatên rojavayî hişyar dikin ku rewşa navxweyî ya Rusyayê jî ji bo pêkanîna armancên xwe yên dijrûsî bi kar neynin û nebî ku ji rewşê sûdê werbigirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serhildan di destê dijminên Rusyayê de ye û gelê Rusyayê li pişt Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin e.