Biden gef xwar: Em ê dawiyê li we bînin!

27 April 2023 16:00 0 dîtin
Biden gef xwar: Em ê dawiyê li we bînin!

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi daxuyaniyeke çapemeniyê gef li Koreya Bakur xwar ku li dijî Amerîka yan jî hevalbend û hevkarên wê êrîşeke nukleerî bike, kîjan rejîm dide bila bibe, ew ê dawiyê li wan bînin.

Joe Biden û Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol, piştî hevdîtina xwe ya li Koşka Spî, civîneke hevpar a çapemeniyê da û got ku têkiliyên dualî di aborî, teknolojî û gelek qadên din de pêş ketine û ev yek wek "çîroka serkeftinê" ne.

Biden diyar kir ku ew li hember çalakiyên navokî yên Koreya Bakur li ser nîvgirava Koreyê "berfirehkirina rêgirtina navokî" pabend in û got ku

"Daxuyaniya Washingtonê, di navbera welatê wî û Koreya Başûr de hat destnîşankirin û Koma Şêwirmendiya Navokî (NCG) ji bo danûstandina di navbera herdu welatan de li hember gefên navokî dê bê avakirin.

Serokê Amerîkayê Biden amaje kir ku ew ê bi Koreya Başûr re di warê astengkirina nukleerî de hevkariyeke nêzîktir bikin û diyar kir ku ji aliyê din ve çekên nukleerî li nîvgiravê nayên bicihkirin, lê dê serdanên binavokî yên nukleerî bên kirin.