CNN: Biden gefê li Netanyahu xwar; sêwazê ser biguherîne
PeyamaKurd - CNNê angaşt ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden di peywendiya bi telefonê ya bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu de gefê li Netanyahu xwariye ku eger Îsraîl şêwaza birêvebirina şerê li Xezzeyê neguherîne, wê encamên xirab bên encamdan.
Li gor nûçeya CNN`ê, jêderekî nêzîkî rêveberiya Washingtonê ku nexwestiye navê xwe aşkere bike gotiye ku Biden hişyarî daye Netanyahu ku eger rewşa sivîlan li Xezzeyê zû baş nebe, wê DYA piştgiriya xwe ya ji Îsraîlê re ji nû ve li ber çavan derbas bike.
Jêder destnîşan kiriye ku Biden ji Netanyahu re gotiye hêdîkirin û kêmkirina şandina çekan a ji bo Îsraîlê re wê bibe sedemê guhertina herî asan a siyasetê.
Di nûçeya CNNê ya ji zarê dîplomatekî payebilind ê rêveberiya DYAyê de hatiye ragihandin ku mijara çawaniya piştgiriya Washingtonê ya ji şerê niha yê Îsraîlê re mijarek tevlihev e.
Dîplomatê payebilind ê DYAyî ji CNNê re gotiye: “Bûyera kuştina 7 xebatkarên alîkariya mirovî yên Metbexa Navendî ya Cîhanê (WCK) ya ji aliyê Îsraîlê ve, nerazîbûnên zêde yên rêveberiya Biden li ser stratejiya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê nîşan dan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin