Netanyahu gef li Îranê xwar: Wê berdêlek giran bidin

04 August 2024 18:09 0 dîtin
Netanyahu gef li Îranê xwar: Wê berdêlek giran bidin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef li Îranê xwar û got: "Li kîjan eniyê dibe bila bibe, em ê bi berdêlên giran bersiva her hêrişeke li dijî me bidin."

Li gorî nûçeya The Times of Israelê, Netanyahu di daxuyaniya xwe ya beriya civîna heftane ya kabîneyê de gef li Îranê xwar û destnîşan kir ku ger Îran hêrişî Îsraîlê bike wê ew hêriş bê bersivandin.

Netanyahu got: "Ji kîjan eniyê dibe bila bibe, em ê bersivê bidin her hêrişeke li dijî me û ew ê hêrişa me ya bersivdayînê bi berdêlên giran be."

Netanyahu her wiha angaştên ku wî bi rêya navbeynkaran daxwazên nû ji bo têkbirina pevguhertina dîl û girtiyan û danûstandinên agirbesta bi Hamasê re kiriye red kir.

Netanyahu di derbarê mijara ku ji aliyê Îsraîl û civaka navneteweyî ve tê sûcdarkirin ku ji ber sedemên siyasî bi Hemasê re peymana pevguhertina girtiyan nake de axivî û got: "Me yek daxwazek jî li pêşnûmayê zêde nekiriye. Ya ku bi dehan guhertin û daxwazên nû kiriye Hamas e."