Îranê, gelf li Ewropayê xwar: Berdêlên wê dê giran bin!
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan, li ser pêşnûmeya ku li Parlamentoya Ewropayê hat qebûlkirin û tê xwestin ku Artêşa Supaya Pasdaran a Îranê di lîsteya "terorê" de cih bigire, axivî.
Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, Abdullahiyan di 26emîn Civîna Encumena Wezîran a Rêxistina Hevkariya Aborî ya ku li Taşkenta paytexta Ozbekistanê hat lidarxistin de axivî.
Hat diyarkirin ku Abdullahiyan bertek nîşanî pêşnûmeya ku di ku di Parlamnetoya Ewropayê de hat qebûlkirin û xwest ku Supaya Pasdaran di lîsteya "terorê" de cih bigire, wiha got:
"Bêguman, encamên van tevgerên hestiyar dê ji bo Ewropayê giran bin. Lewma rêya rast ew e ku li ser dîplomasî, têkiliya çêker û aqilane bê rawestandin.”
Abdullahiyan bertekên welatê xwe li hember şewitandina Qurana Pîroz a li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Swêdê nîşan da û got,
"Nayê qebûlkirin ku welatên rojavayî, di bin navê azadiya derbirînê de piştgiriyê bidin van kiryarên ku pîroziya olên îlahî dikin armanc.”
Di 19ê Çileyê de Parlamentoya Ewropayê biryareke negirêdayî pejirandibû ku tê de daxwazên YE ji bo sepandina sizayên zêdetir li ser Îranê, sepandina sizayan li ser rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û tevlîkirina Supaya Pasdaran, qebûl kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin