Balafirek li Îranê ket xwarê

15 January 2025 15:46 0 dîtin
Balafirek li Îranê ket xwarê

PeyamaKurd – Balafira perwerdehiya pîlotan a Îranê ji ber xeletiya teknîkî ket xwarê. Ekîba balafirê ku ji 3 kesan pêk dihat, tevî pîlot, pîlotê alîkar û endezyarê balafirê mirin.

Balafireke perwerdehiya pîlotan li nêzî bajarê Reştê yê parêzgeha Gîlanê ya Îranê ket xwarê. Yekîneya Têkiliyên Giştî ya Polîsên Îranê têkildarî ketina balafirê daxuyaniyek da.

3 endamên ekîbê mirin

Derbarê modela balafirê de tu agahî nehatin parvekirin, hat ku ragihandin balafir ji ber xeletiyeke teknîkî ketiye xwarê. Hat ragihandin ku di qezayê de 3 kesên di ekîbê de pîlot, pîlotê alîkar û endezyarê balafirê mirine.

.