Ukrayna: Balafira Rusyayê, li Xersonê ket xwarê!
PeyamaKurd- Ji aliyê Serfermandariya Ukraynayê ve hat ragihand ku duh balafireke Rusyayê ya ji cureya Su-35, li nav ava bejahiyê ya herêma Xersonê ket xwarê.
Li gorî daxuyaniya ku di ser hesabê fermî ya medyaya civakî ya Serfermandariya Ukraynayê re hat dayîn de hat gotin ku duh hêzên Rus bişev li bajarê Dniproyê yê Ukraynayê bi balafireke bêmirov û bi moşekan êrîş bir ser navendên leşkerî û binesaziyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş bi 16 moşekan û 20 balafirên bêmirov ên Şehîd-136/131 hatine kirin û hat diyarkirin ku her 4 moşekên Kruz û balafirên bêmirov hatine jinavbirin.
Her wiha hat gotin ku “Duh di dawiya rojê de li herêma Xersonê ya Ukraynayê Balafireke Rusî ya ji cureya Su-35 ket nav ava herêmê. Sedema ketina balafirê tê lêkolînkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin