Ukraynayê balafira Rûsyayê xist xwarê

22 August 2023 11:31 0 dîtin
Ukraynayê balafira Rûsyayê xist xwarê

PeyamaKurd – Ukraynayê di êrîşa li ser Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya Soltsy-2 ya li axa Rûsyayê de bi balafireke bêmirov a bi tîpa Tu-22 xist xwarê.

Serê sibê ji aliyê Ukraynayê ve li dijî Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya Soltsy-2 ya li herêma Kaluga ya Rûsyayê êrîşeke bêmirov hat lidarxistin.

Aliyê Ukraynayê diyar kir ku di êrîşê de balafireke bombebarkirî ya bi tîpa Tû-22 hatiye xistin, aliyê Rûsyayê jî diyar kir ku balafirek sivik hatiye derbkirin. Di wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku di dema êrîşê de balafirek şewat derketiye.

Berdevkê Îstîxbarata Leşkerî ya Ukraynayê Andriy Yusov got: “Kêmzêde 1 balafireke Rûsyayê hat xerakirin. “Wek her car rejîma Rûsî hewl dide ku ziyan û ziyanên rastî veşêre”.

Yusov da zanîn, wezîfedarên îstîxbarata Ukraynayê bi awayekî serketî xebatên xwe didomînin û got, "Wekî her carê personelên me yên îstîxbaratê jî li hemberî dewleta êrîşkar peywira xwe didomînin."

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ya derbarê êrîşa bi balefirên bêmirov de hat diyarkirin, êrîş bi helîkoptereke tîpa ÎHAyê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bûyer ji aliyê xala çavdêriyê ya qada hewayî ve hat tesbîtkirin û bi çekên sivik lê hat xistin."

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de bi îfadeyên "Balafirek hat xerakirin, di encama êrîşa terorê de tu zirara canî çênebû" hat gotin ku şewata li otoparka baregeha hewayî di demeke kin de hat vemirandin.

Rûsya gelek caran bombeyên supersonîk Tu-22 di bombardimanên li ser axa Ukraynayê de bikar tîne.