Putin: Heger hewce bike, em ê wan çekan bi kar bînin!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de hin nirxandin kirin. Putin diyar kir ku heger hewcedarî çêbibe, ew ê çekên uranyumê bi kar bînin.
Vladimir Putin, di nirxandinên xwe de bal kişand ser şerê ku ji 24ê Sibata 2022yan ve di navbera herdu welatan de berdewam e û di derbarê Peymana Genimî de daxuyaniyên rexnegir da.
Putin diyar kir ku êrîşên li ser binesaziya Ukraynayê li hember binpêkirina xetên sor ên Rusyayê ye û wiha got:
"Wezareta Parastinê, piştgiriyê dide plana ku bi peymanan karê kompaniyên leşkerî yên taybet qanûnî bike. Tenê rêya van kompaniyan ev e. Heman ewlekariya civakî ya artêşa asayî ye."
Putin li ser hegera ‘Gelo Rusya dê li Ukraynayê operasyoneke êrîşî bike yan na?’ got ku "Li gorî rewşê, dibe ku planên me yên cuda hebin."
Vladimir Putin di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên metirsîdar ên ji aliyê Rusyayê ve jî û got,
"Heger hewce bike, em ê li hember vê yekê çekên ku uranyuma kêmbûyî tê de hene bi kar bînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin