Demirtas: Heger mimkun be, dixwazim PKK bi temamî çekan bêdeng bike û berde!
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ji malpera T24ê re axivî û li ser rojevê nirxandin kirin.
Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê ji sala 2016an ve girtî ye derbarê mijra çek danîna PKKê de got: “HDP ne berdevk, berdewamî yan jî alîgirê PKKê ye û pêwendiya HDPê ligel PKKê nîne.. Heger mimkun bibe ez dixwazim PKK li hember Tirkiyê bi temamî çekan bêdeng bike û dest ji çekan berde, lê mixabin li pêşiya vê yekê du astengî hene.”
Demirtaş dibêje, partiyeke ku siyaseta demokratîk birêve dibe ligel rêxistineke çekdar çênabe û diyar dike, HDP di nêrîna xwe ya çareserkirina pirsa Kurd de ji partiyên din cudatir e û pêşniyara çareseriya wan ne operasyonên leşkerî lê rêya diyalogê ye.
Demirtaş li ser pirsa “Li gor we divê PKKê dest ji çekan berde yan na?” wiha axivî ye: “Belê dewlet jî û PKK jî divê çareseriya pirsa Kurd li derveyî çekan bifikirin. Heger mimkun bibe ez dixwazim PKK li hember Tirkiyê bi temamî çekan bêdeng bike û dest ji çekan berde. Lê mixabin li pêşiya vê yekê du astengî hene, divê hemû kes jî van bizanibe. Yek, hikûmet li derveyî operasyonên leşkerî ti rêyekê nîqaş nake û di çekê de israr dike. Lê em dibêjin divê PKK bê razîkirin. Li vê derê jî astengiya duyem derdikeve holê, ew jî tecrîda Îmralî ye. Ji ber kesê ku PKKê razî bike Ocalan e û wî jî bi salane di tecrîtê de digrin. Ligel van astengiyan heger PKK dest ji çekan berde ezê kêfxweş bibim. Lê mixabin, ezmûnên me nîşan dane ku ev yek ne hêsan e.”
Demirtaş li ser pirsa “ji aliyê siyasî û hiqûqî ve rewşa we ya namzedîya bo hilbijartinên serokomariyê çiye?” jî gotiye, ew amade ye bibe namzed û li ba xelkê qedexeya wî ya siyasî nîne: “Heger îro Erdogan ji aliyê hiqûqî ve dikare bibe namzed ez zêdetir dikarim bibim namzed. Lê dîsa jî partiya me dê biryarê li gor nêrîna xelkê me bide. Ji bo namzedekî hevbeş heta dema dawî jî emê bi hevre kar bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin