Ji Demirtas nameyeke vekirî bo Aksener: Heger hûn dixwazin pistgiriya me bistînin…

08 March 2023 19:00 0 dîtin
Ji Demirtas nameyeke vekirî bo Aksener: Heger hûn dixwazin pistgiriya me bistînin…

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, piştî eşkerekirina navê Kemal Kilicdaroglu bo namzedê serokomariyê yê opozîsyona 6 partiyên Tirkiyê û daxuyaniyên derbarê HDPê yên Seroka IYIPê Meral Akşener nameyeke vekirî li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir.

Selahattîn Demirtaş li ser gotinên Meral Akşener ên; "CHP û HDP dikarin hevdîtinê bikin. Lê qet nikarin daxwazên HDPê bînin ser maseyê. Danûstandineke bo wezaretan jî ne mimkun e” nameyeke vekirî bo Akşener belav kir.

Demirtaş di nameya xwe de çend pirsan ji Akşenerê dike û dibêje, ‘Siyaseta muzakereyê ya ku ji we re heq e, çima ji bo HDPê ne heq e? Gelo çi xeteriya wê heye ku HDP bi namzedê serokomar ê ku dengê xwe bidiyê re muzakereyan bike?’

Demirtaş di nameyê de dide xuyakirin ku ew dê wekî hilbijêr li gorî biryara rêveberiya HDPê tevbigere û dengê xwe jî li gorî wê biryarê bide namzedê serokomar.

Selahattin Demirtaş di dawiya nameya xwe de bi zimanê Kurdî dibêje: “Peyva dawî, birêz Akşener bila tu bizanibe ku em Kurd in. Em gelê Kurd xwedî nasname, ziman, çand, huner û dîrok in. Em di doza xwe de jî mafdar in. Bila qet neyê jibîrkirin.”

Demirtaş diyar dike, heger bixwazin dengên HDPiyan bistînin jî pêwîste ji danûstandinê nerevin.