Ji 400 hunermend û rewsenbîrên Îranê nameyeke vekirî: Em amade ne!..
PeyamaKurd - Li ser protestoyên berdewam ên sê meh in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, 400 sînemager, hunermend û rewşenbîrên îranî nameyeke vekirî radestî Desteya Rêveber a Sînema û Lijneya Parastina Yasayî û Dadweriya derhênerên fîlman kir.
Di nameyê de kuştina xwepêşanderan û girtinên seranserê Îranê têne bibîrxistin û ji bo hunermendên hatine girtin jî tê gotin: “Çima girtina hunermendan berdewam e? Em amade ne soza ketina çalakiya sînemayê bi cih bînin.”
Kesên îmze dane nameyê balê dikişînin ser azadiya ramanê û mafê xwepêşandêran û wiha dibêjin: “Hunermend dengê gel in û nabe di girtîgehan de bin û erka xwe ya civakî pêk tînin.”
Sînemagerên Îranê 5ê Kanûnê jî bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku heger zext û girtin bi dawî nebin û sînemagerên ku hatin girtin neyên berdan, ew ê dest bi çalakiyan bikin û li ber deriyê sînemayê çalakiya rûniştinê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin