Hengaw: Hêzên rejîma Îranê hunermendê Kurd Azîz Weysû girtin

15 October 2022 18:16 0 dîtin
Hengaw: Hêzên rejîma Îranê hunermendê Kurd Azîz Weysû girtin

PeyamaKurd – Komela Mafê Mirovan ya Îranê Hengaw ragihand ku hêzên asayîşa Îranê hunermendê Kurd Azîz Weysî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Ciwanro girtine. Hat gotin ku bi sedema kilamekî ji bo desteka xwepêşandanên rojhilatê Kurdistanê gotiye, hatiye binçavkirin.

Xwepêşandanên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê bi sedema di 16 ê êlûnê de keça Kurd ya bi navê Jîna Emînî ji aliyê polîsên Tehranê de hatibû kuştin destpêkiribûn û heya niha dewam dikin. Heya niha di xwepêşandanan de 150 kes hatine kuştin û bi sedan kes di binçav de ne.