Hengaw: Hêzên Îranê bi hinceta nivîsîna sloganan ciwanekî Kurd kust

19 February 2023 15:04 0 dîtin
Hengaw: Hêzên Îranê bi hinceta nivîsîna sloganan ciwanekî Kurd kust

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ciwanê ji bajarê Seqizê yê bi navê Muxtar Fethî bi tohmeta nivîsandina sloganan ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hat kuştin û rayedarên hikûmetê jî gef li malbata wî xwarine ku nûçeya kuştina kurê wan belav nekin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand: “Muxtar Fethî xortekî xelkê bajarê Seqiz, dema ku bi du hevalên xwe re di nav otomobîlekê de bû, li nêzîkî mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat kuştin.”

Li gorî çavkaniyekê, duh danê êvarê otombîleke hêzên polîs ên hikûmetê ya bajarê Seqizê li hember otomobîleke Muxtar Fethî û hevalên wî li hev qelibîn û di encamê de leşkerekî hêzên hikûmetê ji dûrahiya du metreyan gule li wî xortî reşand û jiyana xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyan saziyên rejîma Îranê guman dikirin ku Muxtar Fethî di şevên borî de li dijî hikûmetê slogan nivîsandiye, lê piştî 2 demjimêran wan hêzan ji malbata wî ciwanî re gotine ku wan bi xeletî li kurê wan xistine û nabe nûçeya kuştina kurê xwe belav bikin û li ser vê yekê ji medyayê re biaxivin.