Îranê hunermend û navdarên pistevaniya protestoyan dikin wek dijmin ragihand

30 September 2022 20:40 0 dîtin
Îranê hunermend û navdarên pistevaniya protestoyan dikin wek dijmin ragihand

PeyamaKurd – Rayedarên Îranê, hunermend, nivîskar, rojnamevan û kesayetên din en navdar ku piştevaniya protestoyên dijî rejîmê yên piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî (Mahsa Amini) dikin, wekî dijmin ragihand û dest bi fişara ser wan kir.

Serokê Daraza Îranê Gholamhossein Mohseni Ejei ragihand, “Ew kesên bi xêra sîstema Îranê navdar bûne di demên zehmet de ketin nav refê dijminan.”

Herwiha parêzgarê herêma Tehranê Mohsen Mansori jî got, “Em li hember navdarên van protestoyan sor dikin, bikevin tevgerê.”

Protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê, piştî kuştina Jîna Emînî ji 16ê Îlonê ve dewam dikin û li gorî zanyariyên dawî heta niha herî kêm 83 kesan can daye.

Di protestoyan de ji bilî piştevaniya navnetewî, gelek hunermend, sînemakar, nivîskar, muzîkjen, rojnamevan û rewşenbîrên îranî piştevaniyeke xurt didin ku rejîma Îranê ji bo wan dikeve tevgerê.