Kongreya Amerîka biryareke pistevaniya xwepêsanderan a dijî Îranê pejirand
PeyamaKurd – Li Meclîsa Nûneran a Kongreya Amerîkayê bi dengên herdu partiyên Komarî û Demokrat biryarnameya piştevaniya xwepêşanderên Îranê û şermezarkirina hêzên rejîma Îranê hat pejirandin.
Li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê 5ê Çile, biryarnameya li dijî rejîma Îranê û ji bo şermezarkirina êrîşên ser xwepêşanderan li Îranê, bi 420 dengên erê û yek dengê na hat pejirandin ku herdu partiyên Demokrat û Komarîxwaz ên Amerîkayê piştgirî dan biryarnameyê.
Endamên Meclîsa Nûneran diyar kirin ku xwepêşander li Îranê ji bo armancek bilind canê xwe dikin qurbanî; Hewce ye em li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ku yek ji mezintirîn sembolên azadî û demokrasîya seranserê cîhanê ye, bi yekdengî piştevaniya xwe ji xelkê wêrek ên Îranê nîşan bidin.
Yek ji nûnerên Amerîkî gotiye: “Em dixwazin ku xelkê Îranê vê yekê bizanin ku em wan dibînin, ew karên metirsîdar ên ku ew dikin û gefên ku li ser wan hene, em dizanin; Bi hêz bin û bi hêz bimînin, çimkî azadî her tim bi ser zordariyê ve, bi ser ketiye”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin