YEyê pirsa ser axaftina Netanyahû ya li Kongreya Amerîkayê bê sîrove hist

25 July 2024 20:01 0 dîtin
YEyê pirsa ser axaftina Netanyahû ya li Kongreya Amerîkayê bê sîrove hist

PeyamaKurd – Di civîna rojnamevanî ya Brukselê de, rojnamevanan ji berpirsên Yekîtiya Ewropayê (YE) pirsa gotara Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ya li Kongreya Amerîkayê kir.

Berdevka Komîsyona Ewropayê Nabila Massrali, li ser axaftina Netanyahû ku karvedaneke mezin li cîhanê bi xwe re anî got, "Wekî hûn dizanin em derbarê axaftinan yan jî bi giştî li ser sîyasetmedaran şîroveyan nakin.”

Dîsa li ser helwesta YEyê ya derbarê êrîşa Îsraîlê ya ser malekê li Xan Yûnisê jî berdevda din a YEyê Ariana Podesta got: "Em ê li ser axaftinê şîroveyê nekin. Ji lewra jî şîroveyeke me li ser pirsa we nîne.”