Di kongreya CHPê ya Diyarbekirê de çareserkirina pirsa Kurd derket pês

11 September 2022 12:25 0 dîtin
Di kongreya CHPê ya Diyarbekirê de çareserkirina pirsa Kurd derket pês

PeyamaKurd - Abdullah Atik ê ku ji AK Partiyê îstifa kiribû û derbasî Partiya Komarî ya Gel (CHP) bûbû, di kongreya doh Şemiyê ya 10ê Îlonê de, wek Serokê CHPê yê Diyarbekirê hat hilbijartin. Di kongreyê de daxwazên çareserkirina pirsa Kurd û destpêkirina pêvajoyeke aştiyê derketin pêş.

Abdullah Atik, dema kongereya ku wekî serokê rêxistina CHPê ya Diyarbekirê hat hilbijartin, daxwaza çareserkirina pirsa Kurd kir û got, “Li vî welatî herî zêde kurdan êş kişandiye. Em pêşengên wan in. Xwedê bike nesîb ku em werin ser kar, çi ji destê me bê em ê ji bo miletê xwe bikin. Em ê vê dozê û vê nerehetiyê li vî welatî bidawî bînin.”

“Bila her tiştê me biçe, lê pêvajoya aştiyê dest pê bike”

Yek ji delegeyên kongreyê Ramazan Azbay jî bal kişand ser çareserkirina pirsa Kurd û diyar kir, “Înşellah wê CHP vê bike. Ev hem ji bo me Kurdan hem jî ji bo welatê Tirkiyê wê baş bibe.”

Endamê CHPê Veysi Atik da zanîn, “Bila mal û milkê me her tiştê me biçe, lê bila pêvajoya aştiyê dest pê bike. Bila mirovên me nemirin. Niha tekane hêviya me CHP ye. Bila xelkê me nemire, lê em birçî jî bimînin em pê razî ne.”

Di kongreyê de Mesut Çiftçioglu jî li ser çareserkirina pirsa Kurd diyar kir, “HDP çi difikire, divê em jî siyaseta çareseriyê bişopînin. Em dixwazin ji bo gelê xwe ya herî baş bikin.”