CHPê serdana Diyarbekirê kir: Pirsa zimanê dayikê wê di maseya 6 alî de were gotûbêjkirin

27 October 2022 11:07 0 dîtin
CHPê serdana Diyarbekirê kir: Pirsa zimanê dayikê wê di maseya 6 alî de were gotûbêjkirin

PeyamaKurd – Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi armanca dengên Kurda bistîne, serdanên bajarên Bakurê Kurdistanê zêde dike û di vê çarçoveyê de serdana Diyarbekirê kir.

Li gor zanyariyan CHP bi şandeyekê serdana Diyarbekir kir û di serdanê de ji bo bîranîna Tahîr Elçî li ber Minareya Çarling daxuyaniyek da û piştî daxuyaniyê jî li ber avahiya CHPê ya Diyarbekir li ser otobêsê mîtîngek li dar xist.

Hat zanîn ku di serdana CHPê ya Diyarbekir de  rayedarên CHPê bersiva pirsên wek piştgiriya Ahmed Turk ji bo Kemal Kiliçdaroglu, perwerdehiya zimanê dayikê dan û gotinên serokomar ku gotibû pirsa Kurd nemaye nirxandin.

Seroka Şaxa Jinan a CHPê Aylîn Nazliaka ji medya Kurdî re diyar kiriye: “Em kêfxweş in ku helwestek wisa bo serokê me heye, lê namzetê serokomariyê wê ji aliyê maseya 6 alî ve were diyarkirin. Pirsa zimanê dayikê jî wê di maseya 6 alî de were gotûbêjkirin. Serokomarê Tirkiyeyê ji pirsgirêkên Tirkiyeyê dûr ketiye û haya wî ji pirsgirêkan tuneye, serokomar bi gef û darê zorê xebatkarên saziyên fermî tîne mîtînga xwe, ew bi van tiştan ve mijûl e.”