Serokê HUDA-PARê: Em di mijara çareserkirina pirsa Kurd de ji CHPê ne pistrast in

28 September 2021 16:01 0 dîtin
Serokê HUDA-PARê: Em di mijara çareserkirina pirsa Kurd de ji CHPê ne pistrast in

PeyamaKurd - Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekerya Yapicioglu, li gor daxuyaniyên Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû, ew dikarin pirsa Kurd wek muxatab ligel HDPê li parlamentoyê çareser bikin got, “Ez ne piştrast im ji vê ku ew alî bi rastî dixwazin pirsa Kurd çareser bikin.”

Zekeriya Yapicioglu roja Yekşemê 27ê Îlona 2021ê li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê daye xuyakirin, “Pirsa Kurd qonaxa herî dijwar di wê serdemê de derbas kiriye ku Partiya Gel a Komarî (CHP) bi tenê desthilat bû li Tirkiyê.”

Yapicioglu gotiye, eger CHP gehîştibe wê xalê û dibêje pirsa Kurd çareser dikin, ev cihê dilxweşiyê ye, lê wiha dixuye ji bo bidestxistina dengên HDPê ye.

Serokê HUDA-PARê di derbarê pirsa Kurd de got: “Yên ku navnîşan ji bo çareseriyê pêşan didin, heman ew in ku bêçariyê ferz dikin, me ev xal destnîşan kiriye. Ew aliyên ku em behs dikin, ne piştrast im ji vê ku ji dil dixwazin pirsê çareser bikin.”

Yapicioglu li ser mijara pirsa Kurd wiha pê de çû: “Pirsa Kurd nêzîkî 100 sal in heye û herwiha ji qonaxên dawî yên serdema Osmaniyan ve destpê kiriye, ev pirs di serdema komarê de zêdetir bûye, di wê demê de ku Partiya Gel a Komarî (CHP) bi tenê desthilat bû, pirsa Kurd di qonaxa herî dijwar re derbas bûye. Eger CHP gehiştiye xalekê ku dixwaze pirsa Kurd çareser bike, ev me kêfxweş dike, lê wiha dixuye bo bidesxistina dengê dengderên HDPê be, bo serkeftina wî berbijêrê wan be ku bo postê serokatiya komarê dikin berbijêr, ew eger bihêztir e.”