Rêveberê CHPê: Hevalno pêdiviya me bi çareserkirina Pirsa Kurd heye!

22 June 2022 17:06 0 dîtin
Rêveberê CHPê: Hevalno pêdiviya me bi çareserkirina Pirsa Kurd heye!

PeyamaKurd - Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel li Tirkiyê (CHP) Oguz Kaan Salici, li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî merasîma tevlîbûna endamên nû yên partiya xwe bû.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Oguz Kaan Salici, di merasîma ku doh 21ê Hezîranê li Mêrdînê birêve çû de, derbarê pirsa Kurd û helwesta CHPê de jî daxuyanî dan.

Salici behsa raporên ku CHPê di demên borê de li ser mijara pirsa Kurd amade kirine kir û got: “Me derbarê pirsa Kurd de rapor amadekirin û ji bo çareseriya wê pêşniyar pêşkêşkirin. Hevalno pêdiviya me bi çareseriya pirsa Kurd heye. Çawa di çarçoveya yekitî û yekrêziya Tirkiye de. Di parlamentoyê de bi rêyên demokratîk pêdiviya me bi çareseriya pirsa Kurd heye.”

Rêveberê CHPê diyar kir, “Di Tirkiyeya 2022ê de nîqaşa me ya li ser bawerî mezheb û netewê ne tiştek rast e. Divê siyaseta Tirkiye di berjwendiya welatiyên wê û siberoja wê de be. Divê li vî welatî ti kesek ji ber bawerî û netewa xwe zilmê nebîne û nabîne jî. Herkes 84 milyon welatî, dê bibin welatiyên yeksan li vî welatî ku em dewlemend û mezin bibin.”