Rêveberê CHPê yê ku xwest "mazbata" ya namzetê DEMê betal bike hat îxrackirin

06 April 2024 13:07 0 dîtin
Rêveberê CHPê yê ku xwest "mazbata" ya namzetê DEMê betal bike hat îxrackirin

PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê yê Navçeya Mahmûdiyeyê Arslan, di daxwaznameya xwe ya 2ê Nîsanê de pêşkêşî Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Sarayê kiribû, xwestibû ku namzetê DEMê Acar ji ber sûcên terorê hatiye darizandin an na, lêkolîn bê kirin.

Alîkarê Serokê Navçeya CHPê Yasîn Arslan ê ku ji bo "betalkirina belgeya qeydê" Davut Acarê ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) şaredariya navçeya Mahmûdiyeyê ya Wanê hatibû hilbijartin, ji partiya xwe hat îxrackirin.

"Daxwaza îxrackirina dawî" ya Midûrtiya Giştî ya CHPê ya ji bo Arslan ê ku ji bo 'betalkirina mazbata namzetê DEMê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû' li Lijneya Disîplînê ya Parêzgehê hat nirxandin.

Di civîna xwe ya îro de endamên desteyê daxwaza serokatiya parêzgehê qebûl irin û bi yekdengî biryara dûrxistina Arslan ji partiyê dan.

Yasîn Arslan di daxwaznameya xwe ya ku di 2ê Nîsanê de pêşkêşî Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Sarayê kiribû, xwestibû ku namzetê DEMê Acar ji ber sûcên terorê hatiye darizandin an na, lêkolîn bê kirin.