Serokê CHPê Özel Özel: “Me ji MITê desteka îstîxbarî xwest”

21 November 2024 22:15 0 dîtin
Serokê CHPê Özel Özel: “Me ji MITê desteka îstîxbarî xwest”

PeyamaKurd – Serokê CHPê Özgür Özel li ser seredana serokê MİT a  Tirkiyê İbrahim Kalın ku seredana navenda CHPê kiribû û brîfîngekî dirêj dabû wan, axifî û got ku ji MİTê alîkariya îstîxbarî xwestine. Özel weha got:

“Di wexta em ji xwe re endaman qebûl dikin, ji bo endamên rêxistinên wekî FETÖ û rêxistinên din yên terorî nekevin nav CHPê, me ji Kalın, desteka îstîxbarî xwest. Ew jî gotin ku wê bi dilxweşî karibin bibin alîkarê CHPê.”

Özgür Özel her weha ragihand ku tenê sekreterê giştî yê CHPê dizane ku kî tevlî civîna CHP-MİTê bûye û ji bilî wê ti kes nizane. Nabe ku zanibin jî.