Serokê CHPê Özel çû Mêrdînê: Ahmet Türk ne ew kese di qeyyûm deynin ciyê wî
PeyamaKurd – Serokê CHPê Özgür Özel bi sedema ku qeyyûm danîn şûna şaredarê bajarê Mêrdînê ya Ahmet Türk, bi heyeta xwe re çû şaredariya bajarê Mêrdînê. Öze bi Ahmet Türk re li ber şaredariyê derket ber xelkê û got:
“Dema ez hatim dinyayê ,Ahmet Türk di CHPê de siyaset dikir. 50 sale her cara sindoq tên danîn, Kurd rayên xwe didin Ahmet Türk. Bi vê îradê re kes nikare bikeve pêşbirkê. Ahmet Türk, ne ew kese ku di şûna wî de qeyyûm bê danîn.”
Serokê CHPê Özgür Özel û heyeta pê re piştî qeyyûman danîn şûna şaredarên DEM Partiyê yên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê, çû seredana Ahmet Türk, bajarê Mêrdînê. Li ber şaredariya Mêrdînê ya mezin Özel weha axifî:
“Me plan dikirku em vê ziyaretê bikin lê vê sibê li bajarê Mêrdînê kesê ku îrada xelkê nasnake, nikaribû li Mêrdînê hilbijartinê bistîne, cara sêyem hewl da ku qeyyûm deyne şaredariya Mêrdînê. Dema min xeberê dît, hevalê li cem min got berya em şaredar Ahmet Türk ziyaret bikin, wî ji ser kar girtin. Min jî got:
“Na. Ez ê îro herim şaredar ziyaret bikim. Ne Recep Tayip Erdoğan biryarê dide kî şaredare, Mêrdînî biryarê didin. Ez di sala 1974an de hatime dinyayê. Dema ez hatim dinyayê, şaredar Ahmet di CHPê de parlementer bû. Dema Erdoğan serokê şaxa partiya xwe bû û dixwest bibe şaredarê Beyoğlu, Ahmet Türk di SHPê de 2 dewre parlementer bû. Di dewra 23 û 24em de, di dewra şaredar Ahmet Türk de, em bi hevre bûn…
Dev ji qanûna KHK û OHALê ya we derxistiye berdin. Du dewre vê derê girtin lê nefikirîn ku di wexta yekem de ji her 2 Mêrdîniyan 1 kes dengê xwe dabû Türk. Cara duyem girtin û %58ê dengan girt. Car din girtin vê carê %58ê dengan girt. Ey Recep Tayip Erdoğan, ey ew kesê ku mudaxeleyê îrada Tirkiyê dike! Hun ji vêya re dibêjin aqilê dewletê, ev ne aqilê dewletê ye. Ev aqil yê kî be bila bibe, di wijdan amilletê de ciyê wî tine.
Dema mijar dibe dadageh, dibêjin ku li benda biryara dadgehê namînin û yekser berya biryara dagehê qeyyûm tayîn dikin û dibêjin şaredar terorîste. Paşî ji meclisa şaredariyê re dibêje ku ji nav meclisê kesî nake şaredar ji ber hemû terorîstin. Ev têgihîştin cudakariye, dijminahiya gele, ne karê dewleta demokrasiyê ye, tenê dijminahiyê xwurt dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin