Serokê CHPê Özel, li Fasê tevlî civîna prezidyûma sosyalist Enternasyonalê dibe
PeyamaKurd - Serokê CHPê Özgür Özel, li Fasê li payîtext Rabatê tevlî civîna prezidyûma sosyalist Enternasyonalê dibe. Özgür Özel wê li Rabatê li ser dahatûya tevgera demokrata civakî fikrên xwe ragihîne.
Bername do bi civîna Prezidyumê destpêkir. Temamê endamên sosyalist enternasyonale tevlî civînê dibin û bi Özel re sekretera giştî ya CHPê Selin Sayek Böke û cîgira berê ya sekretera giştî Şule Erten Bucak hene.
Civîn, ji bo çapemeniyê girtiye. Wê Özel di civîna konseyê de axaftinekî bike. Mijara axaftinê dahatûya enternasyonala sosyalist û pirgirêkên kureyîne. Hevkariya endaman û destnîşankirina stratejiyên hevbeş mijarên din yên civînê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin