Serokê CHPê Özel xwest ku parlementerê CHPê yê Edirne Ediz Ün îstîfa bike
PeyamaKurd – Serokê giştî yê CHPê Özgür Özel, li ser skandala ku parlementerê CHPê yê bajarê Edirne ji derveyê Tirkiyê cixaren elektronîk di rêya qaçax de derbasî Tirkiyê dike û wan difroşe, daxwaza îstîfa wî kir.
Piştî di ereba parlementerê CHPê Ediz Ün de cixarên elektronîk yên qaçax derketibûn, serokê CHPê Özel daxwuyaniyekî tund da. Özel, ji ber bûyer qedrê CHPê di raya giştî de kêm dixe û bandora neyînî li partiyê dike, xwest ku Ün îstîfa bike.
Piştî serokê CHPê Özel ji DYAyê dageriya, xwest parlementerê Edirnê yê CHPê here Ankara. Ün, li Ankara bi wekîlên serokê grûba CHPê re axifî û jê xwestin heya pêvajo hûqûqen biqede, ji CHPê îstîfa bike. Eger di wextekî kurt de îstîfa neke, dê wî bişînin heyeta dîsîplînê.
Li bajarê Edrine di ereba parlementerê CHPê Ediz Ün de gelek cixarên elektronîk û aperatên wan ketibûn dest. Ün gotibû haya wî ji mijarê nîne lê paşî dîmenên ku ketin ser medya Tirkiyê nîşan dan ku Ün bi xwe ereba xwe dajot.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin