Diyarbekir | Namzedê serokatiya CHPê Ozgur Ozel ji bo çareserkirina pirsa Kurd soz da!
PeyamaKurd - Namzedê serokatiya Partiya Komariya Gel (CHP) yê seroktiyê di kongreya partiyê de Ozgur Ozel ragihand, “Em pirsa Kurd dibînin, dizanin û bi rastî jî bêyî îstismarkirina siyasî ji bo di vê rêyê de bimeşin soz didin.”
Ozgur Ozel li navçya Rezan a Diyarbekirê di kongreya CHPê ya bajêr de axivî û got, “Hinek dibêjin, rêya wê yan vê di Diyarbekir de derbas dibe. Diyarbekir ne rê ye hedef e. Ji bo aştî, biratî û azadiyê hedef e. Diyarbekir ji bo deshilatê hedef e.”
Ozel di berdewamê de jî bal kişand ser çareserkirina pirsa Kurd got ku kesê gotibû ‘Pirsa Kurd meseleya min e’ welat birêve dibe, lê niha jî hebûna pirsa Kurd înkar dike û wiha pê de çû:
“Berevajî rêya ew ketinê; em pirsa kurd ji nasnameya Kurdan, zimanê wan û her cûre cudaxwazî û neheqiya di her warî de li wan tê kirin dibînin. Em pirsa Kurd dibînin, dizanin û bi rastî jî bêyî îstismara siyasî, ji bo di vê rêyê de bimeşin soz didin hevalno. Em soz didin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin