CHPê, namzedê xwe yê Serokatiya Gistî ragihand!
PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Kuşoglu, bi daxuyaniyekê ragihand ku wekî endamên partiyê, ew ê di kongreyê de car din Kemal Kiliçdaroglu bikin namzed.
Bulent Kuşoglu, di derbarê geşedanên li partiya xwe de daxuyaniyeke dorfireh da û bal kişand ser nîqaşên li ser namzediya Serokatiya Giştî ya CHPê û wiha got:
“Dema ku serokê koma me di wê pozîsyonê de rûniştiye yan jî dema ku Ekrem Bey Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê be, divê ew li hember Serokê Giştî hîn bêhtir hişyar bin. Heta niha herduyan jî negotiye ku em namzed in. Ango herdu jî li bendê ne ku Kemal Beg ji ser text rabe û ew wan rûnin?
Heger ku namzed bin, ew ê bi fermî namzetiya xwe radigihînin. Pêvajoya kongreyê jî hat ravekirin, dê derkevin û bikevin pêşbaziyê. Her kes bi erka xwe dizane. Lê heger em guhertinê dixwazin, divê em jî bi berpirsyarî rabin û heger ji bo wê berpirsiyariyê pêwîstî bi namzediyê hebe, divê em jê nerevin.”
“Îmamoglû, nikare bibe namzed”
Kuşoglu destnîşan kir ku kesê ku herî zêde navê wî ji bo namzediyê hat gotin, Ekrem Îmamoglu ye û bal kişand ser pêvajoya dadgehê û wiha got:
“Ma ew dikare bi hêsanî bibe Serokê Giştî? Na, pirsgirêka wî heye. Dikare bibe namzetê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê? Pirsgirêka wî heye. Piştî Kemal Bey, ji bo namzedê me yê herî girîng xefikek qanûnî hatiye amadekirin. Ji ber vê yekê dibe ku em beriya hilbijartinê hem partî û hem jî Stenbolê wenda bikin. Divê em Stenbolê wenda nekin, partiyê wenda nekin, nekevin vê xefikê. Heta hilbijartinê, divê rewşa vê dadgehê bê zelalkirin. Nexwe ew ê wekî şûrê Damokles li ser me daliqînin.”
Bulent Kuşoglu di derbarê namzediya Kiliçdaroglu ya di kongreya muhtemel de got ku " Wekî endamên partiyê, em wî wekî namzed destnîşan dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin